Bîra Qederê ji sanzdeh fotografên binemaliya mîrê kurd Bedir-Xan pêk tê û bi mirinê dest bi vegotinê dike. Pistî mirina Celadet Beg êdî fotografên ku li pey wî mane dipeyivin. Jiyana wî ya ku di destpêkê de qurmiçî bû, bi carekê ve jîndar dibe û vediguheze jiyaneke têkel û rengîn. Di serê sedsala bîstemîn de, Stembola ku kozmopolît e, her texlît milet û mirovî di paxila xwe de dihewîne; dibe warê Celadetê pêsîn ê jiyanê. Pasê, ew jî mîna gelek welatî, nêz û nasên xwe dibe misextî, ji welatê xwe bi dûr dikeve, dibe sirgûn. Saraya Osmanî û Bab-i Alî, Pira Galatayê û Taxa Kadikoyê, Serê Cîhanê, kovara Hawar û Ronahiya ku dengvedana wan li Samê deng vedide û dengê zimanê kurdî digihîne çar aliyê di nê, dibe yek ji wan fotograf û sûretên berbiçavtirîn ên romanê. Seranserê jiyana Celadet Beg, bi her awayî ve dibe navenda têkosîn û zanîn, trajedî û evîn, warê keser û berxwedanê.
Güvenli Ödeme
Hızlı Teslimat
Kolay İade