Hesretdefter Cilda 1 Hemu Berhem
45,00 TL
| SKU | 9786054497041 |
|---|---|
| Yazar | Ferike Usiv |
| Yayınevi | Lis Yayınları |
Hesretdeftera Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêsîn a Hemû Berhema wî ye, ya ku ji sê cildan pêk tê, ji aliyê Wesanxaneya Lîsê ve hate wesandin. Em îro xwendevanên ziman û wêjeya Kurdî bihêlin, heke em ji helbestkar û nivîskarên Kurd bi xwe pirs bikin, wê ji van kêm kes bizanibin bê Fêrîkê Ûsiv kî ye, di sedsala bûrî de, di nava temenê xwe yê sêst û sê salan de wî çi nivîsiye û çi afirandiye. Ev hal û hewal li dû encamên dîrokî, polîtîk, erdnîgariyî û neteweyeke dabes bûyî hatiye, helbestkar û wergêrekî ji Kurdên Êzidî yên Qefqasan, yekî mîna Fêrîkê Ûsiv ê ew qasî berhemdar û helbestkarekî bê hevta, heta niha ji aliyê welatê me gisî ve nehatiye naskirin. Ji ber ku, gava ku mirov çav didêre Hesretdeftera Fêrîkê Ûsiv, mirov hismiraz li bedewiya berhemên wî dinihêre. Ev risteyên Fêrîkê Ûsiv bi dest xwe re xwendevanê xwe dikisîne nava xwe û bi me dide zanîn ku Ûsiv helbestkarekî serdema xwe ye, gerdûnî ye û ew qasî jî ji çavaniyên zimanê Kurdî bi lemelem tê: Hezkirî tê bi lewzê xwes, Tûmê sêfîl karrêz dike, Û dihele bengiyê serxwes, Tê, mirina xwe hembêz dike.Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mist bizav û êvarên hênik û zozanan û destan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûskîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe histiye. Wesanxaneya Lîsê, ji bo ku hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv çap bike û diyarî hemû welêt bike, Cilda I., Hesretdefter, Hemû Berhem wesand.Ji Wesanxaneya Lîsê, bi edîtoriya Kawa Nemir, pêngaveke mezin di warê vejandina berhemên helbestkar û wergêrekî wek Fêrîkê Ûsiv.